Kanada pêkanînên li ser Sûriyeyê sivik dike
Kanadayê ragihand ku nêta wan heye ku pêkanînên malî yên li ser Sûriyeyê sivik bike û sefîrekî bilind tayîn bike.
Kanadayê ragihand ku nêta wan heye ku pêkanînên malî yên li ser Sûriyeyê sivik bike û sefîrekî bilind tayîn bike.
Nûnerê Taybet ê Kanadayê yê ji bo Sûriyeyê Omar Alghabra got, "Kanada ji bo piştgiriya bi derbasbûneke siyasî ya berfireh û aştiyane ya di lîderiya Sûriyeyê de biryardariya xwe careke din piştrast dike."
Alghabra got, "Ji bo pêşî li kaosa li welêt bê girtin dixwazin alîkariyê bikin."
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Kanadayê wê bi rêya Banka Navendî ya Sûriyeyê destûrê bide ku hin banka fonan bişînin Sûriyeyê.
Sefîra Bilind a Kanadayê ya li Lubnanê Stefanie McCollum jî wê êdî wezîfeya sefaretiya bilind a ji bo Sûriyeyê bike.