Kanada ji bo zarokên xwecih ku hatine desteserkirin wê tezmînatê bide

Dewleta Kanada ji bo ku salên 1960’î, ji bo bi hezaran zarokên ku ji malbat û şûnwarê wan kirine xwe hazir dike ku bi sedan milyon dolar tezmînatê bide.

Wezîrê berpirsê têkildarî gelên Xwecih ên Kandayê Carolyn Bennett got, ji ber sedema desteserkirina bi zorê ku di dîroka welêt de ‘rûpeleke tarî’ ye wê tezmînatê bidin.

Bennett got tiştên ku salên 1960’î bûne di dîroka Kanadayê de ‘rewşeke tarî û biêş e’ û got ew ê vê mijarê bi Xwecihan re muzakere bikin.

Bennet got ji bo zarokên ku ji malbatên wan hatine qutkirin ji bo ku tezmînatê dabîn bikin 800 milyon dolarê Kanadayê budçe veqetandine.

Tê texmînkirin ku salên 1960-1980’yî Kanadayê bi hezaran zarokên gelên xwecih ji malbatên wan qut kirine. Li gorî xwecihan di vê demê de nêzî 20 hezar zarok birine, ev zarok ji hêla dewletê ve dane malbatên Kanadayiyan, Amerîkiyan û Ewropiyan.

Tê gotin hikûmeta Kanada bi muzakereyên bi nûnerên Xwecihan re di nav çarçoweya prensîbê de bi qasî 500-750 dolarê Kanadayê tezmînayê bidin. Bi navê ‘’aştiya ji nû ve’ jî budçeyeke 50 milyon dolarî xuya dike.