Kampên li Yewnanîstanê: Divê pêşî li xwekuştina zarokan bê girtin

Tê gotin ku gelek ji penaberên îsal hatine giravên Yewnanîstanê zarok in û li ser bûyerên xwekuştina zarokan hişyarî hate dayin.

Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) daxuyaniyek da û diyar kir, ji destpêka salê ve zêdeyî 7 hezar zarokan xwe li giravên li Egeyê girtine. Li gorî sala bihurî hejmara zarokên penaber bi rêjeya 32 ji sedî zêde bûye.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku zarok neçar tên hiştin li kampan di nava şert û mercên zehmet de bijîn û hate gotin, li kampa Morîa ya li girava Lesbosê ku kapasîteya xwe 3 hezar kes e, 9 hezar penaber dimînin. Her wiha hate ragihandin, li kampeke din a li girava Samosê ku kapasîsteya wê 650 kes e, 4 hezar penaber dimînn.

Di daxuyaniya UNICEF'ê de işaret bi agahiyên Rêxistina Doktorên Sînornenas (MSF) hate kirin ku li ser xwekuştina zarokan a li kampa Morîayê agahiyan dide. UNICEF'ê bang kir ku zarokên penaber ên li giravan divê tavilê derbasî nava Yewnanîstanê û welatên din bên kirin.

Nûnerê UNICEF'ê Lûcîo Melandrî hefteya bihurî serdana giravên Lesbos û Samosê kir û hişyarî da ku bi zêdebûna hejmara penaberan re dibe ku hejmara bûyerên xwekuştina zarokan jî zêde bibe.