Johnson derbeke din xwar

Kamara Avamê ya Brîtanyayê pêşnûmeyek qebûl kir ku hikumeta Johson neçar dihêle ku belgeyên veşartî yên der barê Brexîtê eşkere bike.

Serokwezîr Borîs Johnson ku ji meha Tîrmehê dema destpêkirina wezîfeyê û vir ve di mijara derketina ji Yekîtiya Ewropayê (Brexîtê) de gelek derb xwar, tengav bûye.

Li Kamara Avamê dengdanek hate kirin û biryar hate wergirtin ku belgeyên veşartî yên der barê encamên Brexîta bêyî lihevkirinê bên weşandin. Di dengdanê de 311 parlamenteran dengê 'erê' û 302 parlamenteran jî dengê 'na' bi kar anîn.

Bi biryarê re her wiha tê xwestin ku hikumet hevdîtin û axaftinên der barê plana betalkirina hikumetê ya ji bo pênc hefteyan jî bên weşandin.

Bi vê biryarê re Johnson di mijara Brexîtê de derbeke din xwar. Herî dawî Qralîçe Elîzabeth a Duyemîn pêşnûme qanûna ku Brexîta bêyî lihevkirinê asteng dike pejirandibû. Bi vî rengî soza Johnson a derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê ya bêyî lihevkirinê têk çû.