Jinên li ser rêya koçberiyê: Berxwedana li dijî zilmê!
Fatma Naso, Fadîle Reşo û Mûh Derwîş ku ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê neçar man çend caran koç bikin, bal kişandin ser êş û zilma ji ber şer.
Fatma Naso, Fadîle Reşo û Mûh Derwîş ku ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê neçar man çend caran koç bikin, bal kişandin ser êş û zilma ji ber şer.
Dagirkeriya ji ber êrîşên çeteyên dewleta Tirk ên 27'ê Mijdarê li ser Helebê destpê kirin, li Til Rifet û Şehbayê belav bû. Gelê ku sala 2018'an ji ber êrîşên heman hêzan neçar ma ji Efrînê koçî Şehbayê bike, vê carê di 2'ê Kanûnê de neçar ma ku ji nû ve koç bike. Gelê koçber ê gihîşt Reqayê ji ANF'ê re axivî.
NEÇAR MA 3 CARAN KOÇ BIKE
Fatma Naso ku ji ber êrîşên çeteyên Cephet El Nûsra yên li ser Helebê neçar ma ji Helebê koçî Efrînê bike, sala 2018'an piştî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk neçar ma ji Efrînê koçî Şehbayê bike. Fatma Naso ku li dû berxwedana ji 58 rojan cara duyemîn koçber bû, bi êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê re yên 27'ê Mijdarê li ser Helebê destpê kir, ji ber dagirkeriya li Til Rifet û Şehbayê belav bû 2'ê Kanûnê neçar ma ji Şehbayê jî koç bike.
Fatma Nas ku bi vî rengî neçar ma sê caran koç bike got, "Ji krîza Sûriyeyê û vir ve em li ser rêya koçberiyê ne. Ji Helebê ber bi Efrînê, ji Efrînê ber bi Şehbayê bi vî rengî em neçar man ji cihê lê ji dayik bûn koç bikin. Me got, bêhn hate ber me, lê dîsa em li serî vegeriyan. Bilêvkirina gotina koçkirinê hêsan e, lê belê êşa ku em dikişînin tenê em pê zanin. Tenê em zanin bê li ser vê rêyê êşên çawa dikişînin."
JI EFRÎNÊ BER BI ŞEHBAYÊ, NIHA JÎ NEÇAR MAN KOÇÎ REQAYÊ BIKIN
Fadîle Reşo ku li Efrînê ji dayik bû û mezin bû, beriya dagirkirina Efrînê li taxa Mehmûdiyeyê dima. Fadîl Reşo piştî dagirkeriyê neçar ma koçî Şehbayê bike, lê niha cara duyemîn ji neçarî koç kir. Fadîle Reşo qala zehmetiyên piştî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê kir, "Li Efrînê pergaleke me ya jiyanê hebû. Xanî, zeviyên me, dikanên me hebûn. Rewşa me ya madî gelekî baş bû. Em bi ked, hewldana xwe hatin vê astê. Lê belê bi balafirên şer jin, zarok, extiyar, mirovên me qetil kirin. Elektrîk û ava me birîn; em tî û birçî hiştin. Piştre jî neçar man em koçî Şehbayê bikin."
'EGER EV NE ZILM BE, HINGÎ ÇI YE?'
Fadîl Reşo ragihand ku sala 2018'an dema koçî Şehbayê kirin wan zor û zehmetiyên mezin kişandin û got, "Me bi destê xwe Şehba kirin mîna bihuştekê. Ji tinebûnê afirandin. Şeş sal demeke kurt nîne. Di nava vê demê de rojên me yên giran jî hebûn, yên bedew jî hebûn. Xwe ranegirtin ku em li Şehbayê jiyaneke asayî bijîn. Êrîşên giran hatin kirin, sivîl kirin hedef. Xwestin komkujiyê bikin. Niha em careke din li ser rêya koçberiyê ne. Em niha li Reqayê ne.
Ji malbata min her yek li cihekî belav bû. Hinek li Tebqayê ma, hinek li Reqayê, hinek jî hîn di rê de ne. Ji hinekan ti agahî nîne. Gelo ev zilm nebe hingî çi ye? Ev zilm tenê ji ber ku em Kurd in tê serê me. Ma mafê Kurdan nîne ku li ser cih û warê xwe bimînin? Gelo tenê zilm û komkujî dibe para gelê Kurd? Zarok û extiyar ji sermayê hindik maye biqefilin."
'EM Ê HETA KENGÎ ÊŞÊ BIKIŞÎNIN?
Mûh Derwîş ku piştî dagirkirina Efrînê neçar ma koçî Til Rifetê bike got, "Êrîşên dagirkeriyê ti carî nesekinîbûn. Em çûn ku derê êrîşî wê derê kirin. Bi armanca qetilkirina gelê me hatibûn. Em li komkujiyeke mezin rast hatin. Heta em ji Şehbayê gihîştin Reqayê di her çend metreyî de çeteyek hebû. Hewl didan me bitirsînin. Heta em gihîştin Reqayê jî me êşên mezin kişand. Me nizanîbûn bê çi bikin.
Me rewşa li pêşiya xwe texmîn dikir; ne cara destpêkê bû ku em koçber dibûn, lê belê em mirov in, gelo heta kengî em ê êşê bikişînin? Heta ku em ji nava çeteyan derbasî qadên ewle bûn em gelekî tirsiyan. Ji ber ku mirovên nexweş, zarok li gel me hebûn. Dibe ku me karîbûya xwe biparasta, lê belê em bi derdê mirovên xwe yên nexweş û zarokên xwe ketibûn."
'EM Ê BI BERXWEDANÊ DAWÎ LI VÊ ZILMÊ BÎNIN'
Mûh Derwîş destnîşan kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê bi vê zilmê wê nikaribin bi ser bikevin û got, "Jin, extiyar, zarok bi êş û zilmeke mezin re rû bi rû man. Gelo çi gunehê mirovên extiyar û zarokan heye? Em bi êşa dagirkirina Efrînê bûn, lê careke din dagirkerî bi serê me de hat. Kîjan mirov dikare xwe li vê yekê rabigire? Sûcê van mirovên bêguneh çi bû? Gelo bi qasî gelê Kurd gelekî însanî heye? Ji bilî parastina mafê xwe, me çi kir? Zêdeyî 8 sal in ev êrîşên dagirkeriyê dewam dikin. Em ji Efrînê, ji Şehbayê derxistin. Ev gel vê zilmê heq nake. Em ê vê yekê qebûl nekin. Heta ku mafê xwe bi dest bixin em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Dewleta Tirk dixwaze gelê Kurd ji holê rake. Dixwaze qetil bike, qir bike. Lê belê gelê Kurd li hemberî dewleta Tirk û çeteyên wê ti carî serî netewand, wê serî netewîne. Gelê Kurd navê xwe bi berxwedanê li dîrokê nivîsand. Gelê Kurd ji bilî mafê xwe tiştekî din naxwaze. Ji bo metirsiyê ji ser hebûna xwe rake têdikoşe û bi gelan re di nava yekîtî û hevgirtinê de dijî. Gelê Kurd ê berxwedêr wê bi ser bikeve. Baweriya me xurt e. Em ê bi berxwedanê dawî li vê zilmê bînin."