Ji Yekîtiya Ewropayê ambargoya yekemin a li ser Tirkiyeyê

Wezîrê Têkiliyên Karê Derve yê Ewûstûryayê Schallenberg ragihand ku ji ber karên keşfê yên Tirkiyeyê yên li Qibrisê biryara guşaran wê bidin.

Wezîrê Têkiliyên Karê Derve yê Ewûstûryayê Alexander Schallenberg li Brûkselê daxuyanî da û di mijara rageşiya li Rojhilatê Derya Spî de hişyarî da.

Schallenberg got desteka tam didin komara Qibrisê û wiha domand; “Îro em ê li dijî Tirkiyeyê hinek tevdîran bigrin.”

Schallenberg bi domdarî got; “Wê li ser Bankeya Hilberin a Ewropayê wê fon û krediyek kêm were dayîn, muzakereyên têkildarî peymana hewayî wê were rawestandin. Dibe hinek guşarên din jî çêbibin.”

Hikûmeta Elmanyayê jî roja Dûşemê bi daxuyaniyekê di mijara krîza lêgerîna gaza xwezayî ya li Rojhilataê Derya Spî Tirkiye hişyar kiribû.

Wezîrê Dewletê yê ji Karên Ewropayê Berpisyar Mîchael Roth wiha got; “Provakasyonên Tirkiyeyê nayê qebûl kirin.”