Ji sedî 30 ê Elmanan di zarokatiyê de bûne mexdûrê şîdetê

Li gorî lêkolînek li Elmanyayê hat kirin, yek ji sê esên li welêt, di dema zarokatiya xwe de bûne mexdûrê şîdetê li nava malbatê.

Klînîka Zanîngeha Ûlmê, li ser 2500 kesên navbera 14-94 salî lêkolîneke berfireh kir. Encamên vê lêkolînê hatin eşkerekirin.

Li gorî encamên lêkolînê, ji sedî 30,8 ê beşdaran diyar kirin, di dema zarokatiyê de şîdeta fîzîkî, zayendî an jî hestewarî lê hatiye kirin. Ev rêje li gorî lêkolîneke din a 6 sal beriya niha ji sedî 35,5 bû.

Pisporên Klînîka Zanîneha Ûlmê ragihandin, rêjeya zarokên dibin mexdûrê şîdetê hê gelek e.

Ji sedî 6,7 ê beşdarên anketê eşkerekirin, ku di dema zarokatiyê de şîdeta fîzîkî lê hatiyek irin. Ji sedî 7,5 jî bûne mexdûrên îstîsmara zayendî. Hat destnîşankirin, ku şîdeta li ser van her du mijaran, mîna rêjeya sala 2010'an e.