Ji Riseup4Rojava biryara rêzeçalakiyan

Pêkhateya Riseup4Rojava di navbeyna 6-7'ê Îlonê de li welatên ku bi teslîmat û veberhênanên xwe destekê didin plana dagirkirina Kurdistanê ya dewleta Tirk wê çalakiyan bike.

Riseup4Rojava a ku li 18 welatan ku di nav wan de Elmanya, Fransa, Italya, Spanya û Swêd jî hene rêxistiniya xwe kiriye, wê di navbeyna 6-7'ê Îlonê de ji bo Rojava çalakiyên navnetewî bike. Bi dirûşma  "Block.Occupy.Disturb'' li dijî şîrketên parastinê, saziyên fînansê ku destekê didin planên dagirkeriya Tirk a li Kurdistanê wê çalakiyên cuda bike.

Pêkhateyên Riseup4Rojava di daxuyaniyê de got: ''Em ê qadên li welatê xwe ku bi faşîzma Tirk re, ji hêla leşkerî, dîplomatîk û aborî ve hevkariyê dkin dagir bikin, em ê wan reht bikin û asteng bikin. Şerê li Kurdistanê ne li cihekî jirêzê, li ber deriyê me dest pê dike. Li wan fabrîkayên muhîmanat, li cebilxaneyan, li ser maseyên nivîsê yên benqe û partiyên siyasî, li konfenas û civînên hikûmetên dirû û yên NATO'yê dest pê dike.''

Teqwîma rêxistinên ku tevlî kampanyaya Riseup4Rojava bûne wiha ye:

LI GELEK WELATAN WÊ ÇALAKÎ WERE KIRIN

LONDRA
Li Londrayê Planc C û Tora Hevgirtinê, weke parçeyek ji platforma #stopDSEI, li dijî fuara çekan a DSEI wê helwesta xwe nîşan bidin. 6'ê Îlonê, roja înê, #StopDSEI Roja Avûhewayê, li ser ekolojiya sosyal û paradîgmaya eko-sosyalîst a tevgera azadiya Kurd atolye were dayin. 7'ê Îlonê Şemiyê wê ji bo hevgirtina bi şoreşa jinê ya Rojava re bernameyeke hevgirtinê were çêkirin.

SWÊD

Li Swêdê, Komîteyên Roava Swêd û Allt At Alla ji bo rêxistiniya çavdêr a grevê ku eynî demê li eynî bajarî pêk were seferber bûn. Eev ji bo sê fabrîkayên leşkerî ku çekan îxracî Tirkiyê dikin, li fabrîkayên SAAB, SCANIA  û SSAB'yê û li derveyî navendên kar têne danîn. Armanc ew e ku xebatkaran, mişteriyan li ser desteka rêveberan a ji bo Erdogan û desteya li çeteyan perwerde bikin û li dijî vê berxwedanê geş bikin.

KATALONYA

Li Katalonyayê sendîkayên CNT Û CGT, Tevgera Ciwanan Arran,  Comitee de Resistencia Internacionalista, ku yekîtiya rêxistinên Katalan e, wekî Platforma Azadî ya Kurdistanê meezin e, li dijî fîrmayên kompleksên sanayiya leşkerî ya Sponyal ku balafir, keştiyên şer, pergalên radarê û moşekan îxracî rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst dike, banga berxweana li kuçeyan kir.

SWÎSRE

Tora berxwedanê ya Swîsretî fight4rojava û Revolutionäre Aufbau Schweiz 6'ê Îlonê li ber cihên leşkerî wê çalakiyan bikin. Şemiyê li Baselê saet 19.00'an tevgera  şoreşger a Swîsre, hemû hêzên tevgerên Tirk û Kurd wê çalakiyê bikin.

ELMANYA
Di navbeyna 1-9'ê Îlonê de, li Elmanyayyê li dijî milîtarîzamê û nexasim li dijî hilberê çekan a Elman Rheînmetallê wê komên şoreşger, rêxistinÊn çepgir, sendîka û civaka sivîla ve kampanyayên mezin werin çêkirin. Çepgirên Radîkal Berlîn, Çepgirên Helkeftîxwaz û Tatort Kurdistan jî tevlî kampanyaya Riseup4Rojava dibin.

YEWNANÎSTAN

Çalakgerên li Yewnanîstanê ji bo kampanyaya #Riseup4Rojava 6-7'ê Îlonê li Atîna, Kandiye, Rethîmmon û Gumulcînê wê çalakiyan bikin.

Li Italya, Fransa, Kanada û Brezilyayê jî wê çalakiyên curbecur werin kirin.