Ji Parlamentoya Baskê banga Efrînê li YE û NY’yê

Komên siyasî yên parlamentoya Baskê li dijî êrîşên li ser Efrînê danezaneke hevpar weşandin.

Komên siyasî yên Parlamentoya BASK’ê ji bo ku êrîşên li ser Efrînê rawestin bang li YE û NY’yê kirin ku tevbigerin û bal kişandin ser têkoşîna Kurdan a li dijî DAÎŞ’ê.

Di danezanê de ev hatin gotin:

"Van rojên dawî Tirkiyê bi êrîşên bejahî û hewayî êrîş bi ser herêma Kurd Efrînê de daye destpêkirin; ev êrîş bûne sedem ku gelek sivîl werin kuştin û gelek ji wan birîndar bibin.

Ev kantona Kurd malxweyîtî ji hezaran kesî re dike ku ji şer, ji El Nusra û DAÎŞ’ê reviyane. Operasyona leşkerî ya Tirk, bêyî ku provakasyon an jî êrîşek ji Kurdên herêmê yan jî Sûriyê hebe tê pêkanîn.

Em ji Tirkiyê dixwazin ku di cih de êrîşên xwe rawestîne. Her wiha di nav çarçoweya Cinêvê de, Kurd jî di nav de em dixwzin diyaloga ku her kesî vedihewîne dest pê bike.

Em dizanin ku têkoşîna Kurdan a li eniyê ya li dijî DAÎŞ’ê gelek sûda xwe ji ewlehiya Ewropayê re heye û em vê nas dikin. Bêaramiya ku ji êrîşa Tirkiyê ya bi ser vê herêmê de çêbibe, gefeke mezin li ewlehiya tevahiya herêmê dixwe. Bêdengiya Yekîtiya Ewropa û civaka navnetewî an jî bêalîbûn ne vebijêrkek e.

Ji bo ku ev êrîş di cih de rawestin em bang li YE û NY’ê dikin ku zû tevbigerin."