Ji delegasyona KNK'ê hevdîtinên li Rûsyayê

Delegasyona KNK'ê heftiyekê li Rûsyayê hin hevdîtin kirin.

Delegasyona KNK'ê di navbeyna 9-16'ê Adarê de li Rûsyayê hin hevdîtin kirin. Li ser navê KNKê hevseroka Zeynab Mûrad Saxra, endamên KNK'ê Mahmûd Dawûd, Ferhat Patîev û Araf Azmanî li Rûsyayê bi gelek saziyên civaka sivîl, partî û dezgehan re rûniştin.

10'Ê ADARÊ

Delegasyona KNK'ê bi rêveberê Partiya Rûsyaya Dadmend Alekseî Çepa û Roman Bernatskiî re rûnişt. Di rûniştinê de aliyan li ser rojeva polîtîkaya cîhanê, hêlên şerê Sûriyê, meseleya Kurd û li ser hevkariya pêvajoya pêş danûstandin kirin.

11'Ê ADARÊ

Delegasyonê bi Serokê Akademiya Pirsgirêkên Jeopolîtîk General Leonîd Îvaşov re rûnişt. Hevseroka KNK'ê Zeynab Mûrad derbarê geşedanên li Kurdistanê agahî da.

Delegasyonê eynî rojê serdana Patrîkaneya Moskowê kir û bi Sekreterê Karê Derve  yê berpirsê ji têkiliyên welatên dûr Sergeî Zvonarev re axivî. Di hevdîtinê de rewşa Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyê gotebêj kirin. Delegasyonê behsa rewşa Xiristiyanên li Kurdistanê û baweriyên cihê kir, diyar kir ku ew girîngiyê didine restorasyona dêr û perestgehan û parastina kêmaran.

12'Ê ADARÊ

Delegasyon li Enstîtûya Lêkolînên Stratejîk a Rûsyayê hate ezimandin. KNK'yî ji hêla Alîkarê Serok ê Enstîtûyê Îgor Borovkov ve hate pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de Serokê Navenda Rojhilata Navîn û Rojhilata Nêzîk a Enstîtûyê Vladîmîr Fitîn û peywirdarê lêkolînê yê navendê Georgî Sosnov jî hazir bû.

13'Ê ADARÊ
Endamên delegasyonê serdana Nûneriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê Federasyona Rûsyayê kirin û li vir bi Nûnerê Rojava yê Rûsyayê Reşad Bênav re rûniştin. Bênav got ew kêfxweş in ku KNK'ê li Rojava nûnerî vekiriye.

14'Ê ADARÊ
Delagasyonê bi xwendekarên ji Başûr û Rojhiatê Kurdistanê re rûnişt. Xwendekaran derbarê pêkhatina projeyên li ser Kurdistanê û Kurdan fikrên xwe gotin.

15'Ê ADARÊ

Şandeya KNK'ê li mala Kurdan a Moskowê derbarê komkujiya Halepçe û Qamişlo civînek çêkir. Di civînê de Hevserok Zeynap Mûrad û Hevserokê Otonomiya Çandî ya Kurdan Ferhat Patîev axivîn.

16'Ê ADARÊ

Delegasyona KNK'ê bi Endamên Komîteya Karê Navnetewî yê Meclîsa Federasyona Rûsyayêi bi Endamên Partiya Rûsyaya Yekbûyî û parlamenter Rasûl Botaşev re rûniştin. Di hevdîtinê de peyamên ji bo hevkariyê hatin dayin.