Ji bo Trûmp ji wezîfeyê bê girtin, bang tê kirin

Piştî ku avahiya Kongreyê ji aliyê alîgirên Trûmp ve hate dagirkirin, bang zêde bûn ku Serokê DYE'yê Trûmp ji wezîfeyê bê girtin.

Donald Trûmp ku di hilbijartinên serokatiyê yên 3'ê Mijdarê de têk çû, ji ber ku têkçûna xwe qebûl nake û bang li alîgirên xwe kir, avahiya Kongreyê roja Çarşemê hate dagirkirin.

Gelek hilbijartiyan êvara Çarşemê bang li Alîkarê Serok Mîke Pence kir ku xala 25'an a Destûra Bingehîn bixe dewrê.

Xala 4'an a vê madeyê ku sala 1967'an dengdan li ser çêbû, derfetê dide ku serok tavilê ji wezîfeyê bê girtin.

Eger Alîkarê Serok û piraniya kabîneyê biryarê bidin ku Trûmp ne yê rêvebirinê ye, hingî dikare ji wezîfeyê bigire.

Di rewşeke wiha de wê wezîfeya Trûmp bikeve destê Alîkarê Serok.

Qenalên CNN, CBS û ABC agahiyên xwe spart çavkaniyên anonîm û ragihandin ku endamên hikumetê nîqaşa wê yekê dikin ku Donald Trûmp ji wezîfeyê bigire.

Lê belê tê gotin ku heta niha pêşniyareke fermî li Mîke Pence nehatiye kirin.

Di nivîsa edîtor a rojnameya Washîngton Postê de hate ragihandin ku ji rewşa li Capîtoleyê yekser Trûmp berpirsyar e û divê ji wezîfeyê bê girtin.

Bangeke bi heman rengî ji şîrketan jî hat. Odeya Pîşesaziyê ku 14 hezar şîrketên li DYE'yê pê ve girêdayî ne, bang li Pence kir ku xala 25'an bixe meriyetê û Trûmp ji wezîfeyê bigire.