Ji bo mafê zarokan giliyê Fransayê li NY'yê hate kirin

Gelek saziyên mafên mirovan bi sedema ku mafên zarokên koçber bi rengekî sîstematîk têne binpêkirin li NY'yê giliyê Fransayê kirin.

Konseya Komaleyên Parastina Mafê Zarokan a Fransayê (COFRADE), bi desteka gelek komeleyan serî li Komîteya Mafê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY) da.

Di serlêdanê de îdîayên cidî hene li ser binpêkirina Konvansiyona Mafê Zarokan a NY'yê, ku Fransa jî yek ji îmzekarê vê konvansyionê ye, hate xwestin ku têkilî îdîayan lêpirsîn were destpêkirin. Di serlêdanê de ku Komîteya NY'yê qebûl kiriye, tê destnîşankirin, di ser testên hestiyan ên zarokên koçber de tê gotin 'ne zarok in'

Hate bibîrxistin Konseya Dewletê ya Fransayê van testan 'qanûnî' dibîne û hate destnîşankirin dibe ku testên hestiyan temenê rast ê mirov nede. Di serlêdanê de hate gotin li gorî van testan gelek zarokên koçber 'gihaştî' hatine qebûlkirin û hatiye astengkirin ku ji mafê zarokan sûd werbigirin.

Di daxuyaniyê de ya saziya bi navê Utopîa 56 ku vê saziyê serlêdana li NY'yê par ve kiriye, miemeleya newekhev a li ser zarokên koçber a li bajarên cihê yên li Fransayê hate destnîşankirin. Di daxuyaniyê de bajarê Bouches-du-Rhone mînak hate dayin, hate gotin heta encamên testên hestiyan hatine standin nehiştine ku ji heqê qanûnî sûd werbigirin. Her wiha hate gotin ji ber van prosedûran ku bi mehan û bi salan didomin zarok hatine mexdûrkirin.

Di daxuaniyê de her wiha hate gotin dewlet ji bo zarokên koçber têra xwe kan li konseyên bajêr veneqetandiye.