Ji bo koçberên li Open Armsê çare hate peydakirin

Biryar hate wergirtin ku penaberên di keştiya Open Armsê de li Derya Spî beriya du hefteyan hatin rizgarkirin bên qebûlkirin.

Gelek penaberên ku ji Lîbyayê bi rê ketibûn ji aliyê keştiya saziya alîkariya însanî ya bi navê Open Arms ve hatibûn rizgarkirin. Lê belê ji ber astengiya Wezîrê Karên Hundir ê rastgiriya tund Matteo Salvînî destûr nehatibû dayin ku penaber xwe bigihînin peravên Îtalyayê.

Mijar du hefte ne di nava welatên Yekîtiya Ewropayê de tê nîqaş kirin. Salvînî jî ev yek ji bo têkbirina koalîsyonê û wergirtina biryara hilbijartina pêşwext kir bahane. Ji bo mijara Open Armsê çareyek hate peydakirin. Serokwezîrê Îtalyayê Gîûseppe Conte ragihand ku 147 koçberên li keştiyê wê di nava 6 welatan de bên parvekirin.

Conte diyar kir ku peymana der barê mijarê de, di navbera Îtalya, Fransa, Elmanya, Spanya, Portekîz, Romanya û Luksembûrgê de hatiye amadekirin. Conte destnîşan kir ku biryar ji bo welatên din ên Ewropayê 'destê xwe dirêjî Îtalyayê bikin' biryareke bi mînake.