Ji bo îfadeyê bang li Donald Tûsk hate kirin

Di çarçoveya qezaya balafirê ya Smolensk de, ku hemû rêveberên dewleta Polonyayê jiyana xwe ji dest dan, careke din bang li Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê û Serokdewletê berê yê Polonyayê Donald Tûsk hat kirin ku îfadeyê bide.

Di 10'ê Nîsana 2010'an de, balafira ku Serokdewletê Polonyayê Lech Kaczynskî û rayedarên dewleta Polonyayê tê de bûn, li bajarê Smolensk ê Rûsyayê ketibû xwarê û tevî Kaczynskî 96 rêveberên payebilind ên Polonyayê jiyana xwe ji dest da bûn. Rayedarên dewleta Polonyayê, ji bo tevlî merasîma bîranîna Polonyayiyên di sala 1940 de hatin kuştin, diçûn Rûsyayê. Li ser vê qezayê, hê jî hin guman hene.

Ji ber îdîayên, ku dibêjin 'otopsiya piştî qezayê li gorî ûsilê nehatiye kirin', lêpirsîn dewam dike. Di çarçoveya lêpirsînê de bang li Serokwezîrê wê demê Donald Tûsk, ku niha Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê ye hate kirin, ji bo îfadeyê bide.

Di lêpirsînê de tê lêkolînkirin, bê xemsariya wezîfedarên piştî qezayê otopsî kirine heye yan na. Çav li rê ye, Tûsk di 5'ê Tîrmehê de îfadeyê bide dozgeriyê.

Serokwezîrê niha yê Polonyayê Jaroslaw Kaczynskî ku cêwiyê Lech Kaczynskî ye, îdîa dike ku di qezaya balafirê ya Smolensk de 'berpirsyariya siyasî' ya Donald Tûsk heye.

Der barê qezaya li Smolenskê, dozgerî gelek lêpirsînên ji hev cuda dimeşîne. Herî dawî, du rayedarên payebilind ên leşkerî, bi îdîaya ku piştî qezayê hevkarî bi servîsa îstîxbaratê ya Rûs FSB re kirine û bi vî awayî 'zêdegavî kirine' ketin ber lêpirsînê. Di vê çarçoveyê de wê Donald Tûsk di meha Nîsanê de weke 'şahid' îfadeyê bide.