Ji bo enerjiyeke xurt divê çavkaniyên xwezayî bên bikaranîn

Bi dehan kesayetên naskirî destnîşan kirin ku enerjiya paşerojê ya Efrîkayê wê kesk be û ji her derê jî erzantir be.

Gelek kesayetên naskirî yên li Efrîkayê li rojnameya Le Monde belavokeke hevpar weşandin û têkildarî hilberîna enerjiya ji komirê ya li Efrîkayê hişyarî dan ku Efrîka di enerjiya tavê de zêdeyî nîvê potansiyela tevahiya cîhanê lê ye.

Di belavokê de hate ragihandin, mehên dawî bi kêmbûna buhayê petrolê re li Efrîkayê ji bo çareserkirina pirsgirêka enerjiyê, enerjiyên fosîl ên petrol û komirê ku atmosferê gemarî dikin, hatine pêşkêşkirin. Kesayetan bi bîr xistin ku di halê hazir de 75 ji sedî yê pêwîstiya elektrîkê ya parzemînê ji çavkaniyên fosîlê tên bidestxistin.

Di belavokê de hate gotin, bi propagandayên ku dibêjin hilberîna elektrîkê ya ji petrol û komirê gelekî erzan e pêşî li bikaranîn çavkaniyên enerjiya kesk mîna rojê tê girtin û hate destnîşankirin ku ev yek ji bo dema dirêj zorê dide razemeniyên cuda. Ji bo mînak jî hate gotin, li Zîmbabweyê wê bi piştgiriya malî ya Çînê bi 3 milyar dolarî santraleke termîk a bi hêza ji 2 hezar û 800 megavatê bê avakirin.

Di belavokê de hate bibîrxistin, nêzî nîvê nifûsa parzemîna Efrîkayê yanî zêdeyî 600 milyon kes bêeletkrîk in û hate gotin, mejiyê çareseriyê yê 'ji bo dema kurt' wê derfeta elektrîkê nede parzemînê û pirsgirêkên hawirdorê zêdetir bike.

MALIYETA ENERJIYA DIKARE BÊ NÛKIRIN BI 3 HETA 10 QATÎ KÊM BÛ

Nuqteyeke din ku di belavokê de bal hat kişandin ser wê ew e ku enerjiya dikare bê nûkirin bi maliyeteke kêmtir dikare bê bidestxistin. Li gorî vê yekê di nava 10 salan de maliyeta elektrîka ji ba tê bidestxistin bi 3 qatî, maliyeta enerjiya rojê jî bi 10 qatî kêm bûye.

Tê gotin, salên dawî li Tûnis, Misir û Etiyopyayê, elektrîka ku ji panelên rojê tên bidesxistin, saeta wê ya megavatê bi 30 dolarî ye.


Di belavokê de hate bibîrxistin ku enerjiya fosîlê dibe sedema germahiya global û hate destnîşankirin, Efrîka ji bo ji aliyê aborî ve xurtir bibe divê çavkaniyên enerjiya dikare bê nûkirin bi kar bîne.