Ji ber volkaneke li Efrîkayê bi milyonan kes di bin xetereyê de ne

Li Efrîkayê volkana Nyîragongo dîsa çalak bûye. Tê diyarkirin ku ev yek ji volkana herî bi xetere ya dinyayê ye û bi milyonan kes di bin xetereyê de ne.

Volkana Nyîrangogo ya ku di navbera Komara Kongoyê ya Demokratîk û Rûandayê de ye, herî dawîn bi teqîna di sala 2002’an de hatibû rojevê. Wê demê ji ber teqîna volkanê 250 miribûn û ji pênc parên bajarê Goma ya 1,4 milyon nifûsa wê hebû jî tune bûbû.

Tê diyarkirin ku ev volkan dîsa li ber teqandinê ye. Li gorî pisporên Zanîngeha Lûîgî Vantellî ya Îtalyayê li ber devê volkanê ya ku çapa wê 200 metre ye, lav kom bûne.

Yek ji zanyarê volkanan ên zanîngehê Darîo Tedesco diyar kir ku ev yek ji volkana herî xetere ya dinyayê ye û di nava 4 salên pêşiya me de, dibe ku ev volkan biteqe.