Ji ber şewba kolerayê li Yemenê 2 hezar 218 kes mirin

Li Yemenê, hejmara mirovên ji ber şewba kolerayê jiyana xwe ji dest dane gihîşt 2 hezar û 218 kesî.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, ji 27'ê Nîsanê dema derbûna şewba kolerayê û vir ve li gelemperiya welêt 955 hezar û 516 kes bi şewbê ketin. Ji van 2 hezar û 218 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Şewb li 21 ji 22 bajarên Yemenê belav bû. Yekane bajarê ku bi nexweşiyê neket, Sokotra ye ku ji giravên biçûk pêk tê. Şewb herî zêde li bajarê Hûdeydeyê belav bû ku 138 hezar lê bi nexweşiyê ketin.

Ji ber ambargoya koalîsyona bi pêşengiya Erebîstana Siûdî, bi qasî 3 milyon kes li Yemenê nikarin ava paqij ji bo vexwarinê peyda bikin. Ji ber nebûna ava paqij û komnekirina bermahiyan, 3 milyon mirov bi rîska kolera re rû bi rû ne.