Ji ber qirêjiya hewayê her sal 7 milyon kes dimirin

Li gorî Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (DSO) ji ber qirêjiya hewayê her sal 7 milyon kes dimirin.

Dîrektorê Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê Tedros Adhanom li Cenevreyê daxuyanî da û ji bo têkoşîna li dijî qirêjiya hewayê bang kir.

Adhanom diyar kir ku li cîhanê ji 10 kesan 9 kes di hewaya qirêj de dijîn ya ku maddeyên jehrî tê de hene û qirêjiya hewayê li ser jiyana hejaran xetereyeke mezin e.

Adhanom diyar kir ku ji sedî 90’ê kesên ku ji ber qirêjiya hewayê jiyana xwe ji dest dibin, an li welatên li ber pêşveçûnê ne yan jî li wan welatan e yên ku di pêş ve diçin.

Dîrektorê Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê Tedros Adhanom diyar kir ku herî zêde li Asya û Afrîkayê ev krîz heye.

Tê diyarkirin ku ji ber dûmana pijandina xwarinê her sal bi milyonan kes jiyana xwe ji dest didin.

Li gorî Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê bi awayekî yekser her sal 4 milyon û 200 hezar kes ji ber qirêjiya hewayê jiyana xwe ji dest didin.

Tê diyarkirin ku gazên jehrî yên tesîsên sanayiyê, otomobîl û wesayîtên ragihandinê jî dibin sedema qirêjiya hewayê.

Rêxistina tendirustiyê balê dikişîne ser vî tiştî ku, partîkulên hewaya qirêj dikeve pişik û pergala gera xwînê û li ser tendirustiya mirovan xetereyê çêdike.