Ji ber qirêjiya hewayê 500 hezar zarokên nûza mirin
Li gorî lêkolîneke li DYE'yê 2019'an di serî de li Hindistan û Efrîkaya jêra Sahrayê 476 hezar zarokên nûza kuştin.
Li gorî lêkolîneke li DYE'yê 2019'an di serî de li Hindistan û Efrîkaya jêra Sahrayê 476 hezar zarokên nûza kuştin.
Li gorî lêkolînê dema ducaniyê ji ber hewaya gemarî rîska ku zarok premature çêbibein zêde dibe.
Li gorî State of Global Aire 2020 ku îstatîstîkên du enstîtûyên DYE'yê (Health Effects Institute et Institute for Health Metrics and Evaluation) bi kar anîne, ji 116.000'î zêdetir bebikên Hindî ji ber qirêjbûna hewayê di meha pêşî de mirin, li Efrîkaya jêra Sahrayê ev hijmar dibe 236.000.
Li gorî lêkolînê ji ber gemariya hewayê 2019'an li hemû cihanê 6,7 milyon kes mirin. Ev jî nîşan dide ku gemariya hewayê sedema herî mezin a di rêza çaran a mirinê de ye.