‘Ji ber polîtîkaya derexlaqî ya şîrketên petrolê divê bac ji wan bê standin’

Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonîo Gûterres bang kir ku ji şîrketên petrol û gazê bacên taybet werin standin.

Gûterres, di demek a ku ji ber şerê li Ûkraynayê buhayê enerjiyê zêde dibe û şîrketên petrolê zêde ki dikin de daxuyanî da, got ku kar kirina ji krîzê tiştekî derexlaqî ye.

Şîrketa petrolê BP, çend roj berê kara xwe ya herî zêde ya 14 salan aşkere kir, Shellê jî rekora karê ya mehên Nîsan- Hezîranê qeyd kir.

Çar fîrmayên herî mezin ên enerjiyê –Exxon, Chevron, Shell û Total Energîes û di çaryeka dawîn de 51 milyar dolar kar kirin û hema bibêje du qat zêdeyê heman meha sala çûyî kar kirin.

Gûterres got: “Cezayê vê çavbirçîbûyînê mirovên herî xizan û ji parastinê bêpar, dikişînin û mala me yekane ya hevpar pê xerab dibe.”

Gûterres, di dewama axavtina xwe de bang li hemû hikûmetan kir ku ji ber kara zêde ya şîrketên petrolê bacek a taybet ji Şîrketan bistînin û ji bo xizanan bi kar bînin.

Meha çûyî, Qraltiya Yekbûyî, baca ji sedî 25 a ku wê ji fîrmayên enerjiyê bistîne erê kir; hikûmetê got ku ew ê vê baca ku wê bi tenê bi carekê bistîne 25 milyar Sterlînan berhev bike û di ber fatûreya enerjiyê ya gel de bide.

Îtalya û hin welatên din jî, tidarekên bi vî rengî kirin.

Lê parlamenterên Fransî, gavek a wiha red kir. Tevî pêşniyaza stendina bacê ya hin endamên Kongreyê li DYE’yê hewilek a zêde ya di vî warî de nîn e.