Ji ber lêhiya li Japonyayê bi dehan kes mirine

Ji ber lêhiya zêde ya li başûrê rojava yê Japonyayê bi dehan kes mirine.

Herêma herî zêde lêhî lê bandor bû herêma Kûmamoto ye. Serokwezîr Shînzo Abe hişyarî da ku dibe barana zêde heta roja Çarşemê ber bi rojhilat ve biçe û herêmeke berbelav li xwe bigire. Serokwezîr bang li gel kir ku hê baştir baldar bin.

Rayedarên herêmî ragihandin ku ji ber barana ji roja Şemiyê û vir ve li girava Kyûshû ya dikeve başûrê rojhilatê heta niha derdorî 50 kesî mirine. Agahiya heta niha 13 kes hê winda ne.

Ji ber şertên xedar ê hewayê helîkopter jî nikarin li peravê bigerin. Ji ber hilweşîn û xirabûna hinek piran û rêyan têkiliya bi hinek cihan re qût bûye.

Li gorî çepemeniya Japonyayê li cihên herî zêde ziyan ber ketî nivîsên weke ‘Birinc, av û SOS’  banga alîkariyê tên kirin.

Saziya Meteorolojiyê ya Jeponyayê ji ber barana ku wê heta roja Sêşemê li Kûmamoto û Kagoshîma dewam bike, daxwaz kir ku 500 hezar kes malên xwe vala bikin.