Ji ber êrîşa li Berlînê li Îtalyayê 5 kes hatin binçavkirin

Polîsên Îtalyayê têkildarî êrîşa di sala 2016’an de ya ku li Berlînê bi kamyonê hatibû kirin, 5 kes binçav kir.

Kesên ku agahî dan Reûtersê diyar kirin ku polîsên Îtalyayê di çarçoveya ‘operasyona antî-terorê ya berfireh’ de li welat 5 hemwelatiyên Tûnûsê binçav kirine.

Hate diyarkirin ku di çarçoveya operasyonê de ji xeynî bajarên wekî Roma û Napolî, li bajarên biçûk Latîna, Vîterbe, Caserta û Maerayê jî lêgerîn hatiye kirin.

Hate ragihandin ku ev kesên hatine binçavkirin, guman hene ku eleqeya wan bi êrîşa li Berlînê hene.

Li Berlînê di 19’ê Kanûna 2016’an de êrîşkarê bi navê Anîs Amrî êrîşek kiribû û 12 kes miribûn. Hemwelatiyê Tûnûsê Amrî piştî êrîşî bi çar rojan li nêzî Mîlanê ji aliyê polîsên Îtalyayê ve hatibû kuştin.

Dozger diyar dikin ku ev kesên hatine binçavkirin dibe ku têkiliya wan bi ‘terorîzma navneteweyî’ hebe û ewraqên sixte amade kiribin. Yek ji sûcdariyan jî ev e ku, kesên hatine binçavkirin teşwîq dikin ku kesên ji Tûnûsê bi rêyên qaçax derbasî Îtalyayê bibin.

Li gorî saloxdêrên adlî di rewşa heyî de tu delîlên şênber tune ye ku ev kesên hatine binçavkirin tevlî êrîşa li Berlînê bûne û li Îtalyayê amadekariya çalakiyan dikin.

Polîsên Îtalyayê roja Çarşemê diyar kiribû ku kesekî ji Fasê girtine yê ku dixwest bi kamyonê êrîşekê bike.

Wezîrê Karê Hundir ê Îtalyayê Marco Mînnîtî ji rojnameya La Stampa re axivî û diyar kir ku çete piştî ku li Sûriye û Iraqê têk çûne, rêxistin dixwaze endamên xwe bişîne Ewrûpayê. Wezîr diyar kir ku ji serê salê ve wan ji ber gumanan 29 kes dersînor kirine.