Ji ber azot dîoksîtê li Elmanyayê 6 hezar kes dimirin

Li gorî lêkolîna Daîreya  Jingehê ya Federal a Elmanyayê (UBA) ji ber Azot dîoksîtê (NO2) ya ku ji ekzoza wesayîtan derdikeve bi hezaran kes zû dimirin.

Li gorî lêkolîna UBA’yê di sala 2014’an de 6 hezar kes ji ber nexweşiyên bi Azot dîoksîtê pêk tên, jiyana xwe ji dest dane.

Di lêkolînê de tê diyarkirin ku nexweşiyên wekî tansiyon, krîza dil û nexweşiyên pişikê giran dibe.

Di lêkolînê de tê diyarkirin ku Azot dîoksît temenê mirovan 8 salan kêm dike û hate destnîşankirin ku bûye sedem ku 437 hezar kes bi diyabetê û 439 kes jî bi astimê bikevin.

Herçiqas tê gotin li welat asta Azok dîoksîtê gelekî kêm be jî, li bajarên mezin ji ber zêdebûna nifûsê li van deran asta Azok dîoksîtê rê li ber mirinan vedike.