NÛ BÛ II

Ji balafira hate revandin 109 rêwî hatin berdan

Tê gotin, du çalakgerên balafira şîrketa Afrîqiyah a ji bajarê Sabha yê Lîbyayê diçû Trablûsê revandin, heta niha 109 rêwî berdan e.

Serokwezîrê Maltayê Joseph Mûscat da xuyakirin, ku di encama bazara hate kirin de, koma destpêkê ya rêwiyan ku ji 28 kesan pêk tê û jin û zarok di nav de hene, hatine berdan. Serokwezîr Mûscat bi rêya twîtterê peyameke din weşand û diyar kir, hejmara rêwiyên hatine berdan gihîştiye 65 kesî. Mûscat piştî vê peyamê daxuyaniyek din da û diyar kir 44 kesên din hatine berdan.

Li gorî daxuyaniyên Serokwezîr, heta niha 109 rêwî hatine berdan.

Balafira ku 7 jê personel 118 kes tê de ye, ji aliyê kesên ku gotin ew alîgirê Mûammer Kaddafîn e, hat revandin û li Maltayê hate daxistin. Çalakgeran dan xuyakirin, ku ew ê rêwiyan serbest berdin. Li gorî rojnameya El Bîlad a li Lîbyayê tê weşandin ragihand, korsanên ji rêxistina bi navê El Fetîh el Gadîda xwestine, kurê Mûammer Kaddafî Seyfulîslam Kaddafê yê li girtîgehê ye bê berdan.

Rojnameya Malta Today jî ragihand, ku bazarî bi rêya Wezîrê Ragihandinê yê Lîbyayê Mîlad Matûg hatiye kirin.

Di encama vê bazariyê de, weke koma destpêkê hemû jin û zarokên di balafirê de hatibûn berdan.