Ji 3 ciwanên ji Helebê diçûn Efrînê agahî nayê wergirtin
Ji 4 ciwanên ku ji taxa Eşrefiyê ya Helebê ber bi bejahiya Efrînê ya dagirkirî ve bi rê ketin, agahî nayê wergirtin.
Ji 4 ciwanên ku ji taxa Eşrefiyê ya Helebê ber bi bejahiya Efrînê ya dagirkirî ve bi rê ketin, agahî nayê wergirtin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê diyar kir ku 3 ciwan ji şeva duşemê (7’ê Nîsanê) ve, dema ji taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê bi erebeya xwe vedigerîn Efrînê winda bûn.
Ciwanên winda bûne; Dijwar Mecîd Zênel û Ehmed Idrîs Zênel ji gundê Tilifê yê bajarê Cindirêsê ne û yê sêyemîn jî ji pêkhateya Ereb e.
Malbatên ciwan aliyên berpirs ên li bajarê Helebê, "Ewlehiya Giştî" û Hêzên Ewlekariya Hundirîn agahdar kirin, lê heta niha aqûbeta wan ne diyar e.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê rewşa wan dişopîne û bang li aliyên berpirs dike hewldanên xwe zêde bikin.