Ji 12 welatan 41 rêxistinên şoreşger: Em faşîzma Tirk têk bibin!

Riseup4Rojava ku zêdeyî 40 rêxistinên ji gelek welatan di nav de hene, nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyên HDP'î da û banga "têkbirina faşîzma Tirk" kir.

Riseup4Rojava ku platform û kampanyayeke navneteweyî ye ji 41 rêxistinên demokratîk û şoreşger ên ji 12 welatan pêk tê. Ji Katalonyayê sendîka CNT û CGT, ji Îtalyayê InfoAut a xweser, ji Îngilistanê Plan C û Komuna Enternasyonal a Rojava di nav de hene.

Riseup4Rojava bi bîr xist ku di 19'ê Tebaxê de şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê hatin desteserkirin, bi sedan kes hatin destgîrkirin û ragihand, li dijî vê yekê li Tirkiye, Kurdistan û Ewropayê bi rojane çalakiyên şermezarkirinê pêk tên.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Êrîşa ku li HDP'ê hatiye kirin nîşan dide ku rejîma faşîst a li Tirkiyeyê çiqasî lawaz e. Hewl didin her dengekî rexne dike bêdeng bikin. Nikarin destûrê bidin ku rexne li wan bê kirin. Divê alternatîf nebe. Ji ber ku ev yek tê wateya têkçûna wan. Lê belê em bi rastiyê zanin: Berxwedana li Kurdistanê wê di demeke kurt de bibe gor ji Erdogan re."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Tevî şerê li dijî gerîlayên Kurd ên li Tirkiye û Iraqê, gefên li dijî Rojava ji bo wê yekê tê kirin ku bala Tirkiye ya ku di nava xizaniyê de ye bikişînin ser devereke din. Tundî, şer û gefên li dijî Rojava, mûxalefeta li parlamentê ya jî gerîlayên li çiyê, bersiva rejîma AKP'ê ya lawaz a li dijî hêza xurtbûyî ya hêzên li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn ên li dijî faşîzmê ye.

Lê belê îradeya jinan, gelên bindest, karkeran, jinan û her kesî ji nû ve hişyar kirin. Hîn bêhtir ciwan tevlî nava refên tevgera azadiyê ya Kurd dibin. Ji bo têkbirina rejîma Erdogan hîn bêhtir mirov dibin xwedî biryardarî.

Bi navê platforma ku ji 41 rêxistinên demokratîk û şoreşger ên ji 12 welatan pêk tê, em li pişt hêzên li dijî faşîzmê ne yên li Tirkiyeyê. Têkoşîna li dijî faşîzmê ya li nava Tirkiyeyê, hêza wan a li dijî derve lawaz dike. Her lawazî dike ku derfetên dewleta Tirk a faşîst ên ji bo şerê qirkirinê kêm bibe.

Têkoşîn divê li her eniyê bê domkirin. Li nava Tirkiyeyê û li welatên Ewropayê, li bajarên mezin. Em hemÛ komele, hikumet û tifaqên piştevaniya dewleta Tirk a faşîst dikin şermezar dikin.

Banga me wiha ye: Em faşîzma Tirk têk bibin. Ji bo Tirkiyeyeke demokratîk, ji bo aştiya li Kurdistanê, ji bo paşeroja bi ewle ya şoreşa li Rojava. Faşîzma Tirk mîna hemû şêweyên xwe yên din dijminê me yê hevpar e, yekîtiya me antî-faşîzma enternasyonalîst e. Li her welatî têkoşîna li dijî faşîzmê."