Jacinda Ardern: Mafê vetoyê yê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî rakin

Serokwezîra Zelandaya Nû Jacinda Ardern banga rakirina mafê vetoyê ya endamên daîmî yên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir.

Serokwezîra Zelandaya Nû Jacinda Ardern di 77’emîn Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de axivî û got, "Divê veto ji holê bê rakirin û endamên daîmî (Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî) ji bo berjewendiyên neteweyî ji bo aştî û ewlehiya navneteweyî berpirsyariyên xwe bi cih bîne."

Ardern anî ziman ku heke Neteweyên Yekbûyî reforman nepejrîne, xetereya ku Neteweyên Yekbûyî bibe saziyek "bêpêwend" û wiha got: "Ji bo vê rewşê ji dagirkirina Ûkraynayê mezintir belkî mînakek tuneye. Ev yek rasterast bi Peymana Neteweyên Yekbûyî û rêgezên navneteweyî ve girêdayî ye."

Her wiha got ku divê civaka navneteweyî van nirxan biparêze.