Îsraîl û Libnan wê sînorên deryayê gotebêj bikin
Hate ragihandin muzakereyên bi mebesta çareserkirina nelihevkirina derheqê sînoran a Libnan û Îsraîlê wê 14'ê Cotmehê dest pê bike.
Hate ragihandin muzakereyên bi mebesta çareserkirina nelihevkirina derheqê sînoran a Libnan û Îsraîlê wê 14'ê Cotmehê dest pê bike.
Muzakereyên ji bo zelalkirina sînorên deryayê yên di navbeyna du welatan de bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) wê werin kirin.
Piştî daxuyaniya rêveberiya DYE'yê ku daxuyandibû heftiya bê wê dest pê bike Israîlê jî daxuyanieke hevşib da. Wezîrê Enerjiyê yê Israîlê got muzakere wê 14'ê Cotmehê dest pê bikin.
Wezîrê Enerjiyê yê Îsraîlê Yuval Steînîtz diyar kir muzakere wê li baregeheke FÎNÛL'ê ku mîsyona NY'yê ya li pereavên Nakura ye wê pêk were. Wezîr diyar kir di şandeya Îsraîlê de wê ji Serokwezîrtiyê û Wezareta Enerjiyê rayedar hebin û her wiha generalek jî hebe.