Iraqî dadikevin qadê, alîgirên Îranê gef li wan xwarin

Li Iraqê çalakiyên protestoyê dikevin meha sêyemîn. Tê payîn ku vê Çarşemê jî xwepêşandanên mezin pêk were. Komeke ku alîgirên Îranê ye, gef li çalakgeran xwar.

Li Iraqê di 1’ê Cotmehê de li bajarên Necef, Kerbela, Basra, Zikkar, Mûssena, Mîssan, Diwaniye û Nasiriyeyê xwepêşandanên li dijî hikumetê hatibû destpêkirin.

Tê payîn ku vê Çarşemê li Qada Tahrîrê ya li Bexdayê xwepêşandaneke mezin were lidarxistin. Ji destê sibehê ve komên qelebalix li hem kom bûn. Ji bo ku bi milyonan kes dakevin qadan bang hatin kirin. Li Bexdayê tevdîrên leşkerî hatin zêdekirin.

Tahrîr di serî de gelek qad di destê çalakgeran de ye. Xwepêşanderan gelek caran xwestin têkevin Herêma Kesk a ku avahiyên hikumetê û konsolosxane hene. Vê carê jî wê çalakger hewl bidin têkevin herêmê.

Di 7’ê Kanûnê de gule li çalakgeran hatibû reşandin û 25 kes hatibûn qetilkirin, 125 kes jî birîndar bûbûn.

Ji 1’ê Cotmehê dema ku çalakî hatine destpêkirin û heta niha herî kêm 450 kes hatine kuştin û 20 hezar kes jî birîndar bûne.

Serokê Koma Asayîb Ehlul Hak, Kays Hazalî yê ku girêdayî Haşdî Şabî ye, diyar kir ku bi xwepêşandanên li Bexdayê re, hewl tê dayîn kaos were çêkirin û dibe ku gelek kes bên kuştin.

Li gorî hin derdorên siyasî dibe ku vê koma Haşdî Şabî ya ku alîgirê Îranê ye, wê êrîşan bike.