Iraq û Îranê nerazîbûn nîşanî êrişa DYE ya li dijî Haşdî Şabî da

Piştî ku hêzên hewayî yên DYE li Sûriye û Iraqê komên alîgirên Îranê bomberdûman kir, Iraq û Îranê nerazîbûn nîşan dan. Di êrişa hewayî de nêzî 10 milîs mirin.

Şeva Yekşemê êrişa hewayî ya DYE pêk hat. Li ser sînorê Sûriye û Iraqê bendên komên alîgirên Îranê bû hedef.

Piştî ku wesayîta hewayî ya bêmirov êrişî Konsolosxaneya DYE ya li Hewlêrê hate kirin, DYE jî vê êrişa hewayî kir.

Li gorî DYE di êrişa hewayî de tesîsên depokirina çekan û yên operasyonê bûne hedef.

Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê li nêzî Bûkemalê depo û bendeke milîsên Haşdî Şabî hatine îmhakirin û herî kêm 7 milîsên ji Iraqê mirine.

Tê diyarkirin ev bend ji aliyê Ketaîb Hîzbûllah û Ketaîb Sayyil El Şuheda tê bikaranîn.  Koma Ketaîb Sayyil El Şuheda ya girêdayî Haşdî Şabî diyar kirine ku 4 endamên wan mirine.

IRAQÊ ÊRIŞ ŞERMEZAR KIR

Balafirên şer ên Emerîkayê baregehên komên Haşdî Şabî ên li ser sînorê Sûriye û Iraqê bombebaran kirin û di encamê de 5 kes hatin kuştin.

Derbarê êrişê de berdevkê fermandariya giştî ya artêşa Iraqê Yehya Resûl, li ser malpera xwe ya facebookê peyamek belav kir.

Yehya Resûl êrişa Emerîkayê wek binpêkirina serweriya xaka Iraqê bi nav kir û ev êriş şermezar kir. Yehya Resûl got ku ewê derbarê êrişê de lêkolîn bidin destpêkirin û ji bo carek din ev binpêkirin pêk neyên, ew ê bikevin nava hewldanan.

ÎRANÊ NERAZÎBÛN NÎŞAN DA

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Saîd Hatîpzade li Tehranê civîneke çapemeniyê ya heftane de, diyar kir rêveberiya nû ya DYE ne bi tenê di warê zextên li ser Îranê di meseleyên din ên li ser herêmê jî polîtîkayên Donald Trûmp dişopîne.

Hatîpzade got “Rêveberiya nû ya DYE ji dêvila gavên ku rê li ber krîzê vedike, divê îstîkameta xwe biguherîne. Bila bihêlin ku gelên herêmê bêyî mudaxeleya wan biryarên li ser qedera xwe bidin. DYE îstîkrara li herêmê xera dike.”