Îran û Aîrbusê hevpeymanek 20 mîlyar dolarî kirin
Piştî pêkanînên navneteweyî hatin rakirin, Îranê pêşxistina bazirganiya bi welatên rojavayî re domand, bi Aîrbusê re hevpeymanek mezin a 20 mîlyar dolarî îmze kir.
Piştî pêkanînên navneteweyî hatin rakirin, Îranê pêşxistina bazirganiya bi welatên rojavayî re domand, bi Aîrbusê re hevpeymanek mezin a 20 mîlyar dolarî îmze kir.
Li gor daxuyaniya Aîrbusê ku Fransa, Elmanya, Kraltiya Yekbûyî, Hollanda û Spanya şirîkê wê ne, ji bo 100 balafiran bidinê bi Îranê re lihevkirinek çêbûye. Di çarçoveya lihevkirinê de ku bi giştî 20 mîlyar dolarî dike, wê sewqiyata yekem destpêka sala 2017’an be.
Hat destnîşankirin ku beriya niha lihevkirin li ser 118 balafirên Aîrbusê bû, lê ji ber nebesiya teknîkî ya balafirgeha li Tahranê, ev bi 100 balafiran hat sînordarkirin. Li gor hevpeymanê, şîrketa Aîrbusê wê 46 balafirên A320, 38 A330 û 16 A350 bide Îranê.
Piştî beşek mezin a pêkanînên li ser Îranê rabûn, bi taybet jî şîrketên Fransî berê xwe dan vê bazarê. Beriya niha jî şîrketên Total, PSA û Accorê li gel Îranê hevpeyman îmze kiribûn.
Lê, ji ber DYA tevahî pêkanînên ranekirine, tê gotin ku gelek şîrketên Ewropî bi tirs nêz dibin.