IPU: Tirkiye di binpêkirina mafan de welatê 3’emîn e

Yekîtiya Perlementeran a Navneteweyî (IPU) ragihand ku welatê herî zêde parlementer rû bi rû yê binpêkirinên mafan tên yek jê Tirkiyeye û Tirkiye di rêza 3’an a van welatan de cih digire.

Yekîtiya Perlementeran a Navneteweyî (IPU) bi wesîleya 10’ê Kanûnê roja Mafê Mirovan daxuyaniyek da û bal kişand ser binpêkirinên mafan ên parlementer sala 2019’an rû bir û mayî.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li gorî lêkolînên li qadan hatiye kirin di sala 2019’an de li 40 welatên cuda bi giştî 533 parlementer mafên wan hatine binpêkirin û ev hate gotin: “Piraniya van binpêkirinan ji aliyê hikûmetê ve zextên tund ên li ser parlementerên muxalîf tên kirin û ev zêdetirê xwe li welatên krîzên siyasî lê hene xwe didin pêş.”

IPU diyar kir ku hikûmet ji bo muxalefetê bitirsînin otorîteriya xwe bi kar tîne, zext û çewisandineke yekcar mezin li ser parlementeran dikin.IPU got: “Xespkirina mafên parlementerên muxalîf heman deme nayê wateya derbkirina demokrasiye, heman deme tê wateya lewaziya di nava hikûmetê de jî.

IPU binpêkirinên herî zêde li ser parlementeran tên ferzkirin jî wiha rêz kir: “Sînordarkirina bê hiqûqî ya ji erkêgirtina parlementeran, kêmbûna darezandina bi adil, binpêkirina mafê derbirînê, tehdit, êşkence û nêzîkatiyên xirab.”

IPU ragihand ku ji bo binpêkirinên li ser parlementerên muxalîf ên li Tirkiyeyê tên kirin jî lêkolîn bikin di sala 2019’an de heyetek şandine Tirkiyeyê û ev agahî da: “Rewşa Hevşaredarê Berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê li girtîgehê ye hate şopandin û binpêkirinên hatine kirin hatin şopandin.”

IPU welatên li cîhanê di binpêkirinên mafan de herî zêde li pêşin wiha rêz dike:

Venezuella: 102

Yemen: 71

Tirkiye: 58

Kamboçya: 57

Filistin: 39

Komara Demokratîk a Kongo: 34

Kolombiya: 22

Madagaskar: 12

Erître: 11

Burundî: 9