ILO: Ji her 6 ciwanan yek ji ber sedema vîrûsa koronayê bêkar maye

Rêxistina Kar ya Navnetewî (ILO) diyar kir ku ciwan bûne mexdûrê bingehîn a kirîza aborî ya pandemiya vîrûsa koronayê rê li ber vekiriye. Li gorî ILO yê ji her 6 ciwanan yek ji ber sedema pandemiya vîrûsa koronayê bêkar mane.

Rêvebirê Giştî yê ILO’yê Guy Ryder, di rapora pêşkêşî çapemeniyê kirî de bang li hikumetan kir, ji bo nifşên nû yên ciwan demek dirêj bandor li ser neyê kirin, baldar bin.

Li gorî rapora ÎLO ya di nava kesên temenên wan jêrî 29’an lêkolîn kir, ji roja Covîd-19 derketî heta niha ji her 6 ciwanan 1’î kar hêlaye. Dema xebatê yên ku dixwazin demê pêş bidomînin jî ji sedî 23’ê kêm kiriye.

Ji berî krîza tendirustiyê jî di nava ciwanan de bê karî, li gorî kategoriyên din yên civakê zêdetir bûn. Di sala 2019’an de rêjeya bêkariya ciwanan ji sedan 13,6 bû. Sala derbasbûyî nêzî 267 milyonan ciwan bêkar bûn.

Ryder got: “Krîza aborî ya ji Covîd-19, di destpêkê de jin û ciwan li gorî şêniyên din girantir û bileztir bandor dike.”