ILO: 25 milyon kargehên kar dibin gefê dene

Rêxistina Kar a Navnetewî (ILO), hişyarî dan ku ji ber kirîza şewba koronavîrûsê li tevahiya cîhanê nêzî 25 milyon kargehên kar dibe ku ji holê rabin.

Di daxuyaniya ILO yê de, hişyarî hate dayîn dibe ji ber krîza şewba koronavîrûsa (Covîd-19) a di meha Kanunê de li Çînê derketî holê 25 milyon kargehên kar ji holê rabin.

ILO’yê di heman demê de da diyarkirin, di dema kirîza aborî ya ku di asta cihanê de, di navbera salên 2008-2009’an de ya ku her çiqas bi şêweyek koordinelî bi aboriya polîtîk bersivek hatibe dayîn jî, ev şewb bandora wê li ser bêkariyê di asta cihanî de hêj kêmtire.

Li gorî pêşdîtinên senaryoyên cuda yên ILO’yê, li tevahiya cihanê di sala 2009 hejmara bêkariyê ya 188 milyon bû li bendêye ku 5,8 milyon heta 24,7 milyon bêkarên nû lê zêde bibe.