ILO: 2020’an wê hejmara kesên bê kar 190 mîlyonî derbas bike

Li gorî Rêxistina Kar a Navnetewî (ILO) li tevayî cîhanê wê di sala 2020’an 2,5 mîlyon kesên din bê kar bimînin.

Rêxistina Kar a Navnetewî (ILO) ya girêdayî Netewên Yekbûyî pêşbîniyên têkildarî îstîhdam (bikaranîn) ya gerdûnî eşkere kir û diyar kir ku wê sala 2020’an hejmara kesên bê kar bibe 190,5 mîlyon.

Li gorî texmînên ILO wê di nava îsal de hejmara kesên bê kar 2.5 mîlyon zêde bibe, her ku hejmara karkeran zêde bibe yekîneyên kar ên hatine avakirin ne di wê astê de ne ku hezm (sebir kirin) wan bike.

Rêjeya bêkar a gerdûnî ya sala 2019’an 5.4 bû û di nava du salên bê de wê di heman astê de bimîne. Di raporê de hate diyarkirin ku li tevayî cîhanê 5 mîlyar 700 hezar kesên temenê wan ser 15 salî re dikare kar bibîne ji vana hate destnişankirin ku 188 mîlyon kes bê kar in.

Midurê Giştî yê ILO Gûy Ryder di civîna çapemeniyê de axivî û got; “Ji bo bi mîlyonan kesên ketûber, di asta kar de jiyana baş her ku diçe rewşa wê giran dibe.”

ILO ragihand ku çalakiyên protestoyê yên sala borî li gelek herêmên çebûyîn li dijî rewşa aborî, civak û siyasî keyfnexweşî (dilnexweşî) nîşan dide û zêde bûye.