Hûsiyan bi dronê êrîşî Erebistana Siûdî kir

Li Yemenê ku şerê navxweyî lê didome milîsên Hûsî bi dronê êrîşî Erebîstana Siûdî kir.

Ji sala 2015’an ve şerê di navbera milîsên Hûsî yên Şîe ku Îran piştgiriya wan dike û hêzên hikûemta Mansûr Hadî ku Erebîstana Siûdî û welatên Kendavê piştgiriya wan dike, didome.

Hûsiyan daxuyaniyek da û ragihand ku bi balafira keşfe (Dron) êrîşî Erebistana Siûdî kriine. Li gorî daxuyaniyê êrîş li ser Balafirgeha Abha ya Erebistana Siûdî pêk hat û ji her êrîşî trafîka hewayê hate betal kirin. Balafirgeha mijara gotinê 150 kîlometre dikeve nava sînorên Yemenê de.

Erebistana Siûdî têkildarî mijarê daxuyaniyek zelal neda. Li gorî nûçeya di televizyona dewletê ya Siûdî ku çavkaniyê dispêre rayedarekî Koalîsyona Ereb li ser Balafireha Abha dronek hatiye xistin. Lê qala windahiyên di êrîşa Hûsiyan de çêbûye yan ne nehate kirin.

Li Yemenê ku pênc sal in şerekî giran diqewime, Erebistana Siûdî, Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî hêzên dewletê li dijî Hûsiyan şer dikin. Milîsên Hûsî yên ku Îran piştgiriya wan dike di sala 2014’an de serî hildabûn û di Adara 2015’an de paytext Sana bi dest xistibûn. Li Yemenê ya ku Siûdî û Îran şerê wekaletê dikin, krîza herî giran a mirovî heye.