Hûsiyan berpirsyariya êrîşa li dijî tankerê petrolê yê Îngilîz girt ser xwe

Serhildêrên Hûsî yên Yemenê berpirsyariya êrîşa li dijî "tankere petrolê ya Înglîz" ya li Derya Sor ku rojek berê ji aliyê saziyên ewlekariyê û Wezareta Karên Derve ya DYE’yê ve hatibû ragihandin, girt ser xwe.

Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yahya Sari got, "Hêzên deryayî yên girêdayî hêzên çekdar ên Yemenê, li dijî tankerê petrolê yê Îngilîz Pollux ê li Derya Sor bi fuzeyan operasyonek pêk anîn."

Ajansa ewlekariya deryayî ya Îngilîz UKMTO û şîrketa ewlekariya veguhêzan Ambrey dabû xuyakirin ku roja Pêncşemê li nêzî keştiyeke li nêzî bajarê Mokha teqînekê rû daye. UKMTO'yê gotibû, ''Keştî û personelên wê di ewlehiyê de ne'', lê Ambrey jî ragihandibû ku ziyaneke biçûk pêk hatiye.

Wezareta Karên Derve ya DYE’yê piştre ragihand ku fuzeya ji Yemenê hatî avêtin li "keştiyeke ku ber bi Hîndîstanê ve diçe û ala Panamayî li ser hebû ku petrola xam hilgirtibû” ketiye. 

Hûsiyan ji meha Mijdarê û vir ve êrîşên xwe yên li hemberî keştiyên bazirganî yên li Derya Sor û Kendava Adenê zêde kirin û trafîka deryayî ya li vê herêmê ku ji bo bazirganiya cîhanê gelekî girîng e asê kirine.

Tê îdîakirin ku Hûsiyên ku nêzî Îranê ne, ji 7'ê Cotmehê dema destpêkirina şerê Hamas-Îsraîlê û vir ve ew bi armanca 'piştgiriya' Fîlîstîniyên li Şerîda Xezeyê, hewl didin keştiyên pêwendiya xwe bi Îsraîlê re hene li peravên Yemenê asteng bikin.

Hûsiyên ku ji aliyê Washingtonê ve weke "terorîst" tên pênasekirin, roja Pêncşemê berpirsyariya êrîşeke din a li hemberî "keştiyeke Îngilîz" a li Kendava Adenê girt ser xwe.

Hûsiyan, di daxuyaniya xwe ya roja Înê de diyar kir ku ew "ji bo parastina Yemenê û hevgirtina xwe ya bi gelê Filîstînê re nîşan bidin, dê operasyonên xwe yên leşkerî berdewam bikin û berfireh bikin."