Hûsiyan 8 moşek avêtin Erebîstana Siûdî

Li Yemenê Hûsiyan ragihand ku 8 moşek avêtine Erebîstana Siûdî.

Ajansa nûçeyan a Saba ku girêdayî Hûsiyane ragihand ku, Hûsiyan 8 moşek avêtine wîlayeta Jîzan a dikeve başûrê Erebîstana Siûdî. Ajansa nûçeyan ragihand ku di êrîşê de ‘cihên jiyanî û aborî kirine hedef’.

Televîzyona dewletê ya Erebîstana Siûdî ku nûçeyê dispêre Wezareta Parastinê ya Siûdiyê ragihand ku moşek hatine astengkirin.

Beriya avêtina moşekan Koalîsyona Ereb ku Erebîstana Siûdî pêşengtiya wê dike li dijî Hûsiyan êrîşa hewayî pêk anî. Êrîş li dijî paytext Sanayê bû, ku Sana di kontrola Husiyan de ye. Qenala televizyonê ya bi sermiyana Siûdî El Arabiya got di êrîşê de 38 kes hatine kuştin. Li gorî heman qenelê balafirên şer li avahiya Wezareta Karê Navxwe xirtin.

Televizyona dewletê ya Sûriyê El Ehbariyê jî got di nav kuştiyan de bi kêmanî du fermandarên Husî hene. Hûsiyan piştrast kirin ku êrîşa hewayî bûye lê bi berfirehî agahî nedan.

19’ê Nîsanê jî Siûdî êrîşeke hewayî anîbû û di êrîşê de Alî El Sammad yê ku li bakurê Yemenê li ser rêveberiyê bû hate kuştin.

Balafirên şer ên Siûdî şeva 22’ê Nîsanê (Yekşem) li dijî merasîma zewacê êrîşeke hewayî pêk anîbû û di encamê de zêdetirî 30 kes mirîbûn, 50 kes jî birîndar bûbû. Koalîsyona Ereb heta roja îro di êrîşên xwe de jîngehên sivîlan û sivîlan dike hedef. Rêxistinên parastina mafên mirovan jî diyar kirin ku Siûdî sûcê şer dike û banga ambargoya çekan li hêzên navnetewî kirîbû. Lê li aliyê din welatên rojavayî bi Siûdiyê re hevpeymana çekan a mezin didomîne.