Hunermend Åhren ev 6 sal in çalakiyê dike

Hunermend Pierre Åhren ê 69 salî ku di 35 saliya xwe de hîn bû ji gelê Samî ye, ev 6 sal in her Pêncşemê bi kincên xwe yên gelêrî û ala Samî li pêşiya Meclîsa li Stockholmê çalakiyê dike.

Hunermendê Samî Pierre Åhren diyar kir ku gelê Samî di tevahiya dîrokê de gelekî êş kişand, zextên nîjadperestî û êrîş lê hate kirin û ev xemgînî û hesret bi tabloyên xwe nîşan da.

Pierre Åhren heta niha nêzî 200 tablo amade kir. Pêşangeya wêneyan a ji 40 tabloyên wî jî ji 24'ê Tebaxê ve li Uppsalayê tê pêşandan. Pêşangeh wê heta dawiya meha Îlonê bidome.

Gelê Samî tevî hawirdorparêzan li Gallokê ku warê wan e, li dijî kanên madenê ji Mijdara 2013'an ve bi rengekî xurt li ber xwe didin. Li Stockholm û gelek bajarên din ên Swêdê çalakiyên piştevaniyê tên kirin. Piştî ku Samiyan û aktîvîstên hawirdorparêz biryar wergirtin ku li Stockholmê li meydana Medborgarê xwepêşandanê bikin, hunermend Pierre Åhren jî pêşniyar kir ku li pêşiya Parlamentê çalakî bê kirin ku wê hîn bêhtir bandora xwe hebe. Piştî ku pêşniyara wî nehate qebûlkirin, wî jî bi kincên xwe yên gelêrî û ala Samî bi tena serê xwe li pêşiya avahiya Parlamentê dest bi xwepêşandanê kir. Åhren her hefte Pêncşemê çalakiya xwe dike û bi demê re Samiyê din jî tevlî çalakiya wî bûn.

Åhren bûye şeş sal ku çalakiyê dike. Åhren ji ANF'ê re axivî û diyar kir, ew dixwaze qanûna nû ya madenê bê betalkirin ku xaka Samiyan pêşkêşî talan şîrketên madenê dike, her wiha dixwaze kana madenê ya li Laponyayê bê girtin, Daristanên Ojnare û Gola Bästeträsk bê parastin.