Hudeyde li Yemenê bû jêdera kolerayê

Hate ragihandin li rojavayê Yemenê bi gurbûna şer weqayên koleraye sê caran li xwe zêde kirine.

Rêxistina civaka sivîl Save teh Chîldrend diyar kir li Hudeydeyê weqayên kolerayê 170 ji 100’î zêdetir bûne. Hezîranê 497 weqa hatin dîtin, Tebaxê ev bû 1.342.

Save the Chîldren got sedema zêdebûna kolerayê zêdebûna şerê di navbeyna milîsên Husî û hêzên hikûmetê de ye, yên bi desteka Siûdî û Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî.

Rêxistina civaka sivîl got Hudeyde bûye jêdera nexweşiya kolerayê ya li Yemenê, 30 ji 100’î ya weqayên biguman bi zarokan re peyda dibe, ku temenê wan kêmî 5 salan e. Save the Chîldren got dibe ku ev nexweşî di 100 hezar zarok bigere ku nikarin têr bibin û bi nexweşiya virikê û kolerayê dikarin bimirin.

Ji destpêka salê ve heta niha li Yemenê 23 hezar weqayên kolerayê pêk hatine.

Duşemê, Bûroya Karê Mirovî ya NY’yê ragihand di navbeyna Nîsana 2017’an û Îlona 2018’an 2 hezar û 451 kes ji kolerayê mirine, 1.2 milyon weqayên biguman hatine tespîtkirin.

NY’yê Tebaxê bi daxuyaniyekê ragihandibû li Yemenê piştî 2016 û 2017’an dibe ku pêleke dî ya şewba kolerayê rabe.

Save the Chîldren got ji ber sedema zêdeb^na şer dibe ku saziyên tenduristî û avê ziyanê bibînin û ji ber vê dibe ku ev bandorê li tenduristiya gel bike.

Perava Hudeydeyê li Yemenê ku hewceyî alîkariya derve ye, ji bo bi milyonan mirov pir girîng e. Nêzî 70 ji 100'î yê alîkariya mirovî û hema hema hemû stoyên bazirganî yên bakurê Yemenê ji Hudeydeyê û perava Saleefê ya bakurê wê dikeve hundur