Hucreya Mandela ji bo şevekê tê firotin

Ji bo fînansekirina bernameya alîkariya girtiyên li Başûrê Afrîkayê, hucreya serokê dîrokî yê welat a Nelson Mandela ji bo şevekê derket ber firotinê.

Tevgera bi navê CEO Sleepoût hucreya Mandela yê ku li dijî rejîma Apartheîdê şer kiribû, ji bo şevekê derxist ber firotinê.

CEO Sleepoût got ku “Yên ku mîktara herî zêde bidin, ew ê di vê hucreyê de ya ku Mandela tê de 17 salan mabû, şevekê bimîne.”

Hucre li ser girava Robben Islanê ya nêzî bajarê Capê ye. Yekemîn serokkomarê reşik ê Afrîkaya Başûr Mandela di vê hucreyê de mabû. Ev girtîgeh piştre ket lîsteya mîrateya cîhanê ya ÛNESCO’yê û salane 300 hezar kes tên serdana vê hucreyê.

Tevgera CEO Sleeopûtê berê jî ji bo alîkariya hejaran, cihên balkêş bi kirê dabû milyarderan.

Tevgera CEO Sleepoûtê ew ê ji bo rojbûna 100’emîn a Nelson Mandela ew ê hucreya wî di 18’ê Tîrmehê de ji bo şevekê bifiroşe. Ji bo destpêkê ew ê 250 hezar dolar be û li ser înternetê ev mîktar zêde dibe. CEO Sleeopûtê diyar kir ku hinek kesan 300 hezar dolar jî daye. Ew ê encam di 16’ê Tîrmehê de were eşkerekirin.

Tevgera CEO Sleepûtê diyar kir ku ew ê dahata vê çalakiyê ji bo perwerdehiya girtiyên Afrîkaya Başûr were bikaranîn.

Weqfa Nelson Mandela jî ji AFP’ê re diyar kir ku eleqeya wan bi vî tiştî tune û ew ê nebin berpirsyarê bikaranîna hucreyê.