Hollandayê sefîrê xwe yê bilind ji Tirkiyeyê vekişand!

Hollandayê sefîrê xwe yê bilind ê li Tirkiyeyê bi rengekî fermî vekişand.

Wezareta Karên Derve ya Hollandayê ragihand ku wan sefîrê xwe yê bilind ê li Tirkiyeyê bi rengekî fermî vekişandine. Di daxuyaniya wezaretê de hat destnîşankirin ku wê neyê qebûlkirin ku Tirkiye sefîrekî nû tayinî Hollandayê bike.

Di daxuyaniyê de hat gotin, hevdîtinên li ser mijarê yên bi Tirkiyeyê re hatine rawestandin.

SEDEMA KRÎZA NAVBERA HERDU WELATAN

Hollandayê beriya referandûma 16'ê Nîsanê ya li ser dîktatoriyê dabû xuyakirin ku wê destûrê nede ku rayedarên hikumeta Tirk li Hollandayê propaganda bikin û hin çalakiyên di vê çarçoveyê de hatibûn plan kirin, betal kiribû. Hikumeta Hollandayê ragihandibû ku ji bo civaka Tirkiyeyê ya li welatê wan parçe nebe wan biryareke wiha girtine û serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû betal kiribû.

Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatê Fatma Betul Kaya ku beriya referandûmê ji bo dîtina Tirkên li Hollandayê meha Adarê çû Rotterdamê û li vê derê weke 'mirova nayê xwestin' hate îlankirin, bi rêya bejahî hewl da bû bikeve nava Hollandayê. Piştî ku destûr nehate dayin ku Kaya bikeve nava welêt, di navbera her du welatan de krîzê rû dabû.