Hollandayê du endamên sefaretxaneya Îranê dersînor kir

Hollandayê du kesên ku di sefaretxaneya Îranê de bi akredite bûn dersînor kir.

Berdevkê rêxistina saloxgerî ya Hollandayê got, ‘’Em dikarin piştrast bikin ku Hollandayê du kesên ku li sefaretxaneya Îranê bi akredite bûn dersînor kirine’’. Berdevk diyar kir ku li ser vê mijarê ew ê nikaribe zêdetir agahiyê bide.

Li gorî medyaya Hollanda ku xwe dispêrê jêderên hikûmet û saloxgeriyê dersînorkirin beriya bi 2 mehan pêk hatiye. Saziya radyo û televizyonê ya dewletê NOS’ê jî got dersînorkirin 7’ê Hezîranê pêk hatiye.

Wezareta Karê Derve ya Hollanda derbarê mijarê ti daxuyaniyek neda.

Balkêş e ku ev agahî piştî ku plana suîkastê ya li ser muxalîfan deşifre bû hate rojevê. Belçîkayê heftiya bihurî ragihandibû ku wan du kesên Îranî girtine ku xwe kar dikirin da ku êrîşê bi ser muxalîfên Îranî de bibin. 500 gram teqemiya bi dest çêkirî hate zevtkirin, bi heman lêpirsînê li Elmanya jî dîplomatekî Îranê hatibû destgîr kirin. Hatibû gotin, kesên ku hatine girtin li xwe mikur hatine ku wan ê êrîş bi ser Konseya Berxwedana Netewî ya îranê de bibirana, ev konseya qanadê siyasî ya  Mucahîdên Gel  Parîsê ye û dawiya heftiyê wê kongreya wan pêk bihataya. Li Fransayê jî bi çarçoweya heman dosyayê hin kes hatin destgîr kirin.