Hollanda qanûna penaberiyê dijwar dike

Hikûmeta nû ya Hollandayê aramanc dike ku li Ewropayê qanûna herî dijwar a penaberiyê derxe. Li gorî plana "penaberî û koçberiyê" ya ku hat ragihandin, mafê penaberiyê yê bêdem tê rakirin û yekbûyîna malbatê tê astengkirin.

Hollanda ji bo hatina penaberan bisînor bike hewl dide rewşa awarte ragihîne. Wezîra penaberiyê ya rastgirên tundrew Marjolein Faber li Den Haagê daxuyand ku wê hin beşên qanûna penaberiyê "pir zû" bên rakirin. Faber da zanîn ku Hollanda wê li Ewropayê xwedî pîvanên “herî tund” ên penaberî û koçberiyê be.

Wezîrê penaberiyê plan dike ku yekbûyîna malbatê sînordar bike, hejmara dersînorkirina kesên sûcdar û redkirina penaberiyê zêde bike û îhtîmala îtiraza biryarên dadgehê kêm bike. Hikûmet di heman demê de hewl dide ji bo dûrketina ji polîtîkaya penaberî û koçberiyê ya Ewropayê, serî li Komîsyona Yekîtiya Ewropayê bide.

Faber bi bîr xist ku guherîna bingehîn di dema xwe de pêk hat û got: “Hollanda ji bo nebe cihê ku penaber xwe lê digirin em tevbîran digirin.”

Dijwarkirina qanûnên penaberiyê di nava daxwazên sereke yê hikûmeta rastgir a nû ya Den Haagê de ye. Partiya Azadî ya rastgir a tundrew (PVV) a ku di bin pêşengiya rastgir Geert Wilders de cara yekem beşdar dibe. Koalîsyona çar alî ya bi serokatiya Serokwezîr Dick Schoof de niha bernameya xwe ya hikûmetê pêşkêş kir.

Her sal derdora 40 hezar penaber tên Hollanda ya ku nifûsa wê nêzî 18 milyon e.

Hikûmet di rewşa krîzê de ji bo îlankirina rewşa awarte dikare biryarnameya qraliyetê bi kar bîne û piştre bêyî destûra parlametoyê dikare têkeve nava tevgerê. Lê belê, biryarek wiha divê ji hêla qanûnî ve were pejirandin.

Parêzeran hişyarî didin ku tevdîrên ku ji aliyê hikûmeta nû ve hatine plankirin dibe ku rêgezên navneteweyî binpê bike. Muxalefetê bertekên tund nîşan da û anîn ziman ku ev gaveke dijdemokratîk e.