Hollanda ew ê ol û nîjada kesên xwedî çek qeyd bike

Hollanda ji bo dirêjkirina rûhsata çekê ya kesên ku çekên wan hene, ew ê nasnameya wan a olî û nîjadî li ber çavan bigire.

Li gorî nûçeya rojnameya Volskrantê Hollanda li gorî ol û nîjad ew ê biryara dayîna rûhsatan bide.

Li gorî zagona nû nîjad, nasnameya etnîk, tercîha polîtîk û ol ew ê ji bo stendina rûhsata çekan bi bandor be.

Ev biryar piştî êrîşên li Ewrûpayê hate dayîn.

Wezîrê Edaletê yê Hollandayê Ferdînand Grapperhaûs diyar kir ku divê ev agahiyên hanê di destê polîsan de hebe.

Li gorî rojnameyê ev biryar profîlsaziya etnîk e. Di hefteya pêş de ew ê zagon pêşkêşî parlementoyê were kirin.