Hilbijêrên li Îranê dest bi dengdanê kirin

Li Îranê, ji bo hilbijartina Serokkomarê nû hilbêr dengê xwe didin. Pêşbirka hilbijartinê di navbera Serokkomarê heyî Hasan Rûhanî û oldar Îbrahîm Reîsî de derbas dibe.

Kurdan û mûxalîfên Îranî hilbijartin boykot kirin. Lîderê olî yê Îranê Alî Hamaney îdîa kir ku ev hilbijartin girîng e û ji bo dengdanê bang kir.

Sindoqên dengan wê li gorî dema herêmê saet di 18:00 de bên girtin. Lê belê li hin bajaran, dibe ku wexta dengdanê bê dirêjkirin. Çav li rê ye, encamên hilbijartinê 24 saet piştî girtina sindoqan zelal bibin.

Li Îrana ji 80 mîlyon kesî, 56.4 mîlyon dengdêrên ji 18 salî mezintir hene. Ji bo Serokomariya Îranê 1600 kes bûn namzet. Lê belê Konseya Muxafizan, ku bi rêya tayînkirinê hatiye destnîşankirin, tenê 6 ji van serlêdanan qebûl kir. Mîna hilbijartina beriya niha, di vê hilbijartinê de jî namzetiya jinan nehate qebûlkirin.

Piştî ku du namzetan xwe vekişandin, 4 namzet li holê man. Ya rast, pêşbirk di navbera du namzetan de derbas dibe. Di navbera Serokkomarê heyî Hasan Rûhanî ku ji sala 2013'an û vir ve li desthilatdariyê û hevrikê wî yê mûxafazakar Îbrahîm Reîsî de.

Mûstafa Haşemîtaba û Eşhag Jahangîrî xwe ji namzetiyê vekişandin û piştgirî dan Rûhanî. Şaredare Bajarê Tehranê Mûhammed Bager Galîbaf jî ji bo Reîsî xwe ji namzetiyê vekişand. Mûstafa Mîr Salîm bi rengekî fermî xwe venekişandibe jî, bi daxuyaniyekê destek da Reîsî.

Di hilbijartinê de Rûhanî ya jî Reîsî wê bi ser bikevin. Li gorî Destûra Bingehîn divê Serokkomar 'Şîayekî oldar' be. Kesek ancax du caran dikare li pey hev bibe Serokkomar. Ji sala 1989'an û vir ve, sê serokkomarên beriya Rûhanê du caran li pey hev hatin hilbijartin. Rûhanî ji bo cara duyemîn bibe Serokkomar, bû namzet. Serokkomarî ji bo çar salan tê hilbijartin. Di hilbijartinên 19'ê Gulanê de eger yek ji namzetan zêdeyî ji sedî 50 ê dengan negire, piştî hefteyekê wê tûra duyemîn bê kirin. Rûhanî di hilbiljartinên sala 2013'an de bi rêjeya ji sedî 50.7 hatibû hilbijartin.

NEWEKHEVÎ, BÊKARÎ Û BÊEDALETÎ...

Ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî, civakî û aborî pêşniyareke cidî ya her du namzetan nîne. Li gorî hejmarên fermî ji sedî 16 ê tevahiya nifûsê û ji sedî 30 ê ciwanan bê kar in. Tê texmînkirin ku hejmara rastî ji vê zêdetir e. Piraniya şêniyên vî welatî di rewşeke xizan de dijîn. Di navbera xizan û dewlemendan de ji aliyê hatineyê ve cudahiyeke gelekî mezin heye. Li gorî Reîsî ji sedî 4 ê nifûsê dewlemend e, ji sedî 96 jî xizan e. Tevî vê yekê di razemeniyan de pirsgirêk hene. Li gelek herêman pirsgirêka avê heye. Rewşa gemarî ya hewayê bandoreke giran li bajaran dike. Pirsgirêka bingehîn jî pirsgirêka mafên mirovan e. Di vî warî de sererastkirin nîne. Di serî de Kurd, daxwazên rewa yên gelan û baweriyan tên redkirin.