Hilbijartinên li Srî Lankayê: Rajapaksa ber bi otorîteriyê ve diçe

Di hilbijartinên giştî yên Srî Lankayê de Mahînda Rajapaksa bi ser ket, ku di dema komkujiya Tamîlan de li ser desthilatdariyê bû.

Hilbijartinên giştî yên li Srî Lankayê ku ji ber Covîd-19 hatibû taloqkirin û piştre di 5'ê Tebaxê de hate kirin, partiya Serokwezîr Mahînda Rajapaksa bi ser ket. Hate ragihandin ku rêjeya tevlîbûna li hilbijartinê 70 ji sedî ye. Li gorî encamên hilbijartinê, Eniya Gel a Srî Lankayê (SLPP) 146 wekîl ji parlamenta ji 225 wekîlan bi dest xist. Hate ragihandin ku partiyên din ên tifaq bi SLPP'ê re kirine 5 wekîl bi dest xistine.

Partiya bi serkêşiya yek ji serokwezîrên berê Ranîl Wîckremesînghe 106 kursî li parlamentê wergirt. Wîckremesînghe li herêma xwe ya hilbijartinê winda kir.

Partiya kurê serokdewletê berê yê sala 1993'an di operasyoneke Pilingên Tamîlê de hate kuştin, partiya Sajîth Premadasa jî bi rêjeya 20 ji sedî ya dengan 53 kursî bi dest xist.

Rêxistinbûna bi navê Tifaqa Neteweyî ya Tamîl (TNA) jî ji 16 kursiyan daket 10 kursiyan.

Mahînda Rajapaksa ku di hilbijartinê de bi ser ket, dema ku sala 2009'an bi piştgiriya gelek welatan li dijî şervanên Pilingên Tamîlê komkujî hate kirin, hingî serokdewlet bû. Birayê Mahînda Rajapaksa Gotabaya Rajapaksa jî niha serokdewlet e.

Tê gotin ku her du bira ku yek jê Serokwezîr, yek jî Serokdewlet e, wê karibin gelek guhertinan di destûra bingehîn de çêbikin. Yek ji van jî xala ku wezîfeya serokdewletiyê bi du serdeman bi sînor dike û xalên ku erka zêde dide rêveberiyên xwecihî.