Hilbijartinên giştî yên Hindistanê: Partiya Modî li pêş e

Di hilbijartinên Hindistanê de ku bi rengê heft qonaxan pêk hat, jimartina dengan hîn bi dawî nebûye. Lê li gorî encamên derketine holê, partiya Serokwezîr Naredra Modî li pêş e.

Partiya Gel a Hindistanê "Bharatiya Janata Party" (BJP), li 277 herêmên hilbijartinê li pêş e.

Eger bi vî rengî bidome, BJP wê li parlamentê serwer be ku parlament ji 542 kursiyan pêk tê.

Narenda Modî ku sala 2014'an li Hindistanê bû desthilatdar, wê cara duyemîn li Hindistana ku nifûsa wê 1,3 milyar mirov e, bibe desthilatdar.

Modî ku xwe di hilbijartinê de weke şampiyonê mirovên biçûk nîşan da, hilbijartin jî veguherand referandûmekê li dora kesayetiya xwe.

Modî yê 68 salî ku kurê çaykarekî Gujarat e, di hilbijartinê de li dijî partiyên herêmî yên xurt li ber xwe dida. Partiyan hemûyan ji bo Modî ji desthilatdariyê bînin xwarê kampanya kirin.

Di hilbijartinê de 67 ji sedî yê 900 milyon hilbijêran deng dan. Hilbijartin di navbera mehên Nîsanê û Gulanê de pêk hat.