Hilbijartina Serokkomarê Polonyayê ji tûra duyemîn re ma

Encamên destpêkê yên hilbijartinên Serokkomariyê yên Polonyayê, nîşan didin ku hilbijartin wê ji tûra duyemîn re bimîne. Dûda 42 ji sedî, hevrikê wî Trzaskowskî jî 31 ji sedî yê dengan wergirt.

Li Polonyayê ku endamê Yekîtiya Ewropayê ye, hilbijartinên Serokkomariyê diviyabû meha Gulanê bihata kirin, lê belê ji ber vîrûsa koronayê doh hate kirin. Li welatê ku hejmara hilbijêrên xwe yên qeydkirî zêdeyî 30 milyon e, nava rojê li pêşiya navendên dengdanê rêzên dûr û dirêj çêbûn.

Li gorî daneyên ku saet 17'an eşker ebûn, 48 ji sedî yê dengdêran dengê xwe dan. Sala 2015'an ev rêje 34 ji sedî bû. Ev yek jî nîşan dide ku eleqeya ji bo dengdana doh zêde bû.

Serokkomarê heyî Andrzej Dûda ku Partiya Maf û Edaletê (PîS) a neteweperest a desthilatdar piştgiriya wî dike û Şaredarê Varşovayê Rafal Trzaskowskî favoriyên vê hilbijartinê ne. Li gorî encamên destpêkê Dûda 42 ji sedî, hevrikê wî Trzaskowskî jî 31 ji sedî yê dengan wergirt.

Bi vî rengî encamên hilbijartinê ji tûra duyemîn a 12'ê Tîrmehê re ma. Encamên tûra destpêkê ji bo Serokkomarê heyî Dûda û partiya PîS'ê rewşeke metirsîdar e. Ji ber ku tê gotin, Trzaskowskî yê ku polîtîkayeke lîberal dimeşîne, di tûra duyemîn de dikare hêzên mûxalîf hemûyan bigihîne hev û bi vî rengî bi ser bikeve.