Hilbijartina Şamê: 2 ‘rikberên’ Esad hene!

Dadgeha Destûra Bilind a Sûriyeyê ji bo hilbijartina ku tê pêşbînîkirin wê 26’ê Gulanê bê kiri, tenê 3 namzet erê kir. Di hilbijartinê wê li deverên bin kontrola Şamê de bê kirin, fikar nîne ku Esad bi ser nekeve.

Ji bo hilbijartina Serokkomariyê 51 kesî namzeteiya xwe diyar kir. Dadgeha Destûra Bingehîn, namzetiya Serokkomarê heyî Beşa El Esad, wezîrek berê û endamekî muxalîf ê desthilat weke toleras nas dike, erê kir.

Li aliyê din namzetên din wê heta 7’ê Gulanê îtiraz bikin. Lîsteya dawî ya namzetan wê 10 Gulanê eşkere bibe.

Esad ê 55 salî, piştî mirina bavê xwe Hafiz El Esad ê 30 salan welat birêve bir û şûnde sala 2000 hezarî bû desthilat.

Ji şerê navxweyî ya sala 2011’an û vir ve bû cara duyemîn hilbijartin tê kirin.

Ji bo bûna serokkomar divê ji parlementoya 250 kursî desteka 35 wekîlî bê girtin. Temamî 250 kursî hemû di bin kontrola partiya Baasê de ne.

Li gorî dîroka ku hikûmetê diyar kirî, kampanya serokkomariyê wê 11’ê Gulanê destpê bike.

Hilbijartin wê li herêmên di bin kontrola Şamê de bên kirin. Fikarên Esad nîna ku wê li pêşberî hevrikên xwe winda bike.

Esad di hilbijartina 2014’an de ji sedî 88’ê dengan bi dest xistibû. Wê demê jî 2 rikberên wî hebûn.